Mela Mistefayê Barzanî, di 14ê adara sala 1903’yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914an de birayê wî tê kuştin. Barzanî di 1931ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema beşdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa kurdî da dijî rejîma badşahê Îraqê ji bo bidestveanîna mafên milletê kurd. Şoreşa ko li sala 1935an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara kurdî ya Mehabadê diket û wek wezîrê çenkê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî di sala 1958an de vedigere Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961an de heta xudmuxtariya 1970’yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.
Di 1975an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1ê adara sala 1979an de diçe rehmetê. Di heman salê de li Şinoya Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin. Piştî Herêma Kurdistanê di bin banê Neteweyên Yekgirtî de ava dibe, li sala 1993yê de termê wî vediguhezînin Barzan û li wir tê veşartin.
Mela Mistefayê Barzanî li Barzanê hat veşartin.
source: wikipedia